• Wednesday, 11 February 2026
logo

wezîrên pêşmerge û navxweyê bi heyeteke Amerîkayî re civiyan

wezîrên pêşmerge û navxweyê bi heyeteke Amerîkayî re civiyan
îro her du wezîrên pêşmerge û navxwe yên hikûmeta Kurdistanê bi heyeteke Konsolosxaneya Amerîkayê a bi Serokatiya îdareya asayîşa hevbeş ya Amerîka û Îraqê re civiyan.

Di civînekî de ku, Konsolosê Amerîkayê yê li Hewlêrê jî tê de beşdar bû, rewşa siyasî û ewlekarî ya Îraqê û deverên Kurdistanî yên ji derveya îdareya Kurdistanê hate nirxandin.

Di berdewamiya vê civîna han de her du alî tekez li ser vê yekê kirin ku, dibe hevkarî û hemahengiyên heyî yên di navbera xwe de hîn zêdetir û bihêztir bikin.
Top