Kalkan:Nameya Ocalan peyamek girîng e
Endamê Konseya erokatiya Koma Civakê Kurdistan Duran Kalkan ragihand ku nameya dawîn ya Ebdula Ocalan ji bo tevgera azadiya Kurd girîngeyeke xwe ya taybet heye ku wek çend tedbîrane bo çareseriya demokratîk ya pirsa Kurd li Turkiyê û nehîştina astengiyên ku di demsala Havîn de bêne pêş.
Kalkan amaje bi wê yekê kir ku, Ocalan jibo çareseriya siyasî û demokratîk ya pirsa Kurd li Turkiyê pêşniyara damezrandina Komisyonên Birêvebirina karên qonaxa çareseriyê kiriye ku ji 7 heya 8 komisyonan pêk tê.
Kalkan got: Berpirsyartiya mezin di stûyê Partiya AKP ya deshelatdar de ye û erkekî girîng jî dikeve ser milê BDP derbarê karkirina ji bo pêkanîna wan komisyonan li parlemana Turkiye ku Ocalan pêşniyar kiriye.
Xendan
