• Wednesday, 11 February 2026
logo

Li Şamê teqîn: 13 mirî

Li Şamê teqîn: 13 mirî
Li Şamê li pêşiya midûryeta polîsan teqînek pêk hat û li gor zanyariyên despêkê 13 kes mirine.

Di êrişa li paytexta Sûriyê Şamê pêk hatî de, 13 kes mirin. Êriş bi otomobelekî bombebarkirî pêk hat.

Ajansa fermî ya Sûriyê SANA, ragihand ku li herêma Dîr Atiyye ya Şamê li nêzî midûryeta polîsan otomobîlekî bombebarkirî teqiya. Di êrişê de piraniya wan hêzên ewlekariyê, 13 kes mirin.

Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê jî ev nûçe piştrast kir.

Li gor rêxistina SRMD ya şoreşa Sûriyê, ji adara sala 2011an ku şoreşa Sûriyê dest pê kirî ve li navenda Şamê, herî kêm 5 hezar û 839 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Rudaw
Top