• Wednesday, 11 February 2026
logo

Taliban:Meyze bikin emê li dijî rêjîma Sûriyê çi bikin?

Taliban:Meyze bikin emê li dijî rêjîma Sûriyê çi bikin?
Li gor nûçeyek Ajansa Rueterê Tevgera Taliban ya Pakistanê bargehên xwe yên çekdarî li Sûriyê ava kiriye û bi sedan çekdarên xwe şandine Sûriye daku mil bi milê çekdarên opozisyona Sûriyê û mucahîdan li dijî rêjîma Esed şer bikin.

Fermadeyekî Tevgera Taliban got: Dema pêdîviya birayên me ji hevkariyê hebe emê bi sedan çekdarên xwe rê bikin û têkest kir ku, ewê di demek kurt de serkeftinên xwe li dijî rêjîma Sûriyê pêşanî raya giştî bidin.

Fermandeyekî din yê Tevgera Taliban ku navê xwe aşkere nekiriye diyar kir ku me li ser daxwaza Dostên Ereban biryara şandina çekdarên xwe bo Sûriyê daye.

Her weha dazanîn ku, wan kamp û bargehên xwe li nav Sûriyê dirust kirine daku çekdarên wan li dijî rêjîma Esed şer bikin.

Xendan
Top