• Wednesday, 11 February 2026
logo

Ehmedî Nijad serdana Êraqê dike

Ehmedî Nijad serdana Êraqê dike
Ajansa nûçeyan a ISNA îro yekşeme belav kiriye ku piştî ku cara daqwîn Ehmed Nijad ji aliyê Serokomarê Êraqê Celal Talebanî ve hatibû vexwendin, lê belê jiber têkçûna barê tendirustiya serok Talebanî Nijad serdana xwe taloq kiribû.

Niha jî pêş dawîbûna xola serokayetiya xwe ku ji destpêka meha bê de destpê dike, ewê roja pêncşemê serdana Êraqê bike û wê ji aliyê cigirê serokomar Xizir Xuzê`î ve bê pêşwaz kirin.

Ajansê diyar kir ku biryare Ehmedî Nijad di serdana xwe de wê li gel Nurî Malikî de bicive û piştre jî serdana mezara îman Husên li Kerbelaê û mezarê îmam Elî li Encefê bike.

Pêştir berdevkê serokwezîrê Êraqê Elî Musewî ji rojnameya Şerq Ewsetê re ragihandibû ku tu serdanekî Ehmedî Nijad bo Êraqê di holê de tuneye.

Xendan
Top