• Wednesday, 11 February 2026
logo

Serokayetiya Herêma Kurdistanê kirdara terorîstiya bajarê Kerkûk şermezar kir

Serokayetiya Herêma Kurdistanê kirdara terorîstiya bajarê Kerkûk şermezar kir
Bi mixabinî şeva derbasbûyî 12-13 temmuz bi sedema kirdareke terorîstiya li bajarê Kerkûkê, dehan welatî şehîd û birîndar bûn.

Serokayetiya Herêma Kurdistanê ji bilî wê yekê ku bi tundî wê kirdara nemirovane şermezar dike, heman demî de serxweşiyê li kesukarê şehîdên vê karê çepel dike û ji bo birîndaran hêviya başbûneke bi lez dixwaze.

Daxwaz ji hemû aliyên pêwendîdaran dikîn ji bo peydakirina tawanbaran hewlên xwe bixin holê da ku bigihin sizayên yasayî. Pêwîste jî rê û cihên parastina canê welatiyan tundtir bikin da ku terorîst nekarin bexteweriya xelkê têkbidin.

Serokayetiya Herêma Kurdistanê
13/07/2013
Top