• Wednesday, 11 February 2026
logo

Hikûmeta Herêma Kurdistanê destûra pexşê dide Roj TV

Hikûmeta Herêma Kurdistanê destûra pexşê dide Roj TV
Şaxê Silêmaniyê yê sendîkaya rojnamevanên Kurdistanê li ser biryara dadgeha Kopenhagê ya derbarê rawestandina lîsansa Roj TV, Nûçe TV û MMC, daxwaz ji hikûmeta Herêma Kurdistanê dike ku destûrê bide wan kanalan û ji bo li Herêma Kurdistanê pexşa xwe berdewam bikin.

Dadgeha Kopenhagen hersê kanal bi piştgirîkirina ji bo Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) tometbar dike. Ger di nava 15 rojan de neyê îtirazkirin, wê pexşa hersê kanalan ji aliyê Danîmarka ve bê rawestandin.

Wezareta rewşenbîrî û lawan a hikûmeta Herêma Kurdistanê di bertekekê de amadebûna xwe nîşan da ku destûra weşanê bide hersê kanalan.

Dadgeha Kopenhagen a Danîmarkayê roja 3ê Tîrmehê cezayê 5 milyon Kron li kargeha Mezopotamya Brodcasting birrî. Li gor vê yekê biryar hat dayîn ku lîsansên weşana MMC, NÛÇE TV û ROJ TV werin betalkirin.

Rudaw
Top