• Wednesday, 11 February 2026
logo

Navê Şerefedîn Elçî li Firokxaneya Şirnex`ê hate kirin

Navê Şerefedîn Elçî li Firokxaneya Şirnex`ê hate kirin
Duh (Înê.12.07.2013) Serok wezîrê Turkiyê Receb Teyîb Erdoxan li bajarê Çewlîk`ê ragihand ku, navê siyasetmedarê Kurd û wezîrê berê yê hikûmeta Turkiyê Şerefedîn Elçî li firoxaneya sivîl ya bajarê Şirnex ya Bakurê Kurdistan`ê hate kirin.

Erdoxan di heyama serdana xwe bo bajarê Çewlîk ya Bakurê Kurdistan`ê bi armanca vekirina firokxaneya sivîl ragihand ku, hikûmeta Turkiyê berdewame di proseya aştiyê de û ew bi hestyarî karê xwe ji bo biserxistina proseya aştiyê dike.

Derbarê bûyerên li Misrê jî Erdoxan got: Hin aliyan xwestin senaryo ya Misrê di bin navê Parastina Jîngeh û Seyrangehan de veguhêzin Turkiyê , lê di plan û leyîstêkên xwe bi ser neketin.
Top