Li Kerkûkê teqînek pêk hat û zêdetir ji 35 kesan bûne qurbanî
Çavkaniya han eşkere kir ku, dema xelk ji nimêja terawîhan wegeriyane serdana çayxaneyekî nêzî mizgeftê kirine û di dema qerebalixî de teqîn pêk hatiye û di encam de 15 welatî canê xwe ji dest dane û 20 welatiyên din jî birîndar bûne û jiber xedarbûna birîna hinek ji birîndaran tê payîn ku, hijmara miriyan hîn zêdetir bibe.
