• Wednesday, 11 February 2026
logo

Arif Teyfûr: encûmena siyasîya Erebî ya Kerkûkê fitneçî ye û parastina erebandina Kurdistanê dike

Arif Teyfûr: encûmena siyasîya Erebî ya Kerkûkê fitneçî ye û parastina erebandina Kurdistanê dike
Cihgirê serokê parlemana Iraqê Arif Teyfûr, encûmena siyasîya erebî ya li Kerkûkê bi regezperestî û hewldan bo dirustkirina fitneyê tohmetbar dike. Arif Teyfûr di beyannameyekê de ku îro belav kiriye, ragiahndiye:´´erbên şovênî yên Kerkûkê, car bi car bêjedanên nexweş û hestbezên bo çêkirina fitne û arîşeyan didin ku mebetsa wan ewe ye rewşa navbera pêkhateyên li parêzgehê aloz bikin.´´


Cihgirê serokê parlemana Iraqê herwisa ragiahndiye, ku encûmena siaysîya erebî û çend endamên ereb li Kerkûkê, di ewan demên dawî de ragihandine ku goya baskirin û hewldan bo pesendkirina qanûna diyarkirina sînorên îdarîyên di navbera parêzgehan de red dikin, ku ewe jî bo ewê ye ku maf nevegere bo xodanên xwe yên rewa. Arif Teyfûr herwisa daye xuyakirin, ku hevdem mebesta erebên şovênî, parastina kultura Beis a herifî û berdewamîdan bi siyaseta erebandina Kurdistanê û guherîna demografî ye ku berpirsên rejîma berê li nawçeyên Kurdistanî de kar pê dikirin.

Teyfûr tekez jî kiriye, ku bercestekirin û pesendkirina ewê qanûnê, alîkar dibe bo seqamgîrîya rewşê û Iraqê jî dabeş nake û peywendî bi gişt nawçeyên dabirandî yên Iraqê ve heye û ji bo hemû parêzgehan jî ye.
Top