Eşwaq Caf: Madeya 140 a destûr baştirîn çareser bo rewşa parêzgeha Kerkûkê ye
Parlemanter Eşwaq Caf endama parlemana Iraqê ya ser bi Hevgirtina Fraksiyonên Kurdistanî ve ragihand, ku ´´pêywîste pirsgirêka parêzgeha Kerkûkê dûr be li milmilanîyên siyasî û xort û lawên wê jî bi aramî bijîn û tenê madeya 140 a destûre ku dikare bibe çaresereke nimûneyî bo arîşeyên parêzgehê. Cîbicîkirina wê jî guzarişt li vîsta hevwelatîyan dike da ku biryar li ser çarenivîsa xwe bidin ku aya pênasa resena xwe dixwazin an ewê dixwazin ku rejîma berê ji wan re dirust kiriye.´´
Di bareya daxwaza pêkhatyên turkmanî bo pêkanîna hêzeke ewlehîya turkmanî jî de, Eşwaq Caf herwisa rohn kiriye: ´´ heger me supayeke rêkxistî hebe û hemû pêkhateyên gelê Iraqê tê de be û guzarişt li rêje û qebareya ewan pêkhateyan bike û hes û soz û piştîvanîya ewê supayê bo Iraqê û nifşên Iraqê be, ewa hingê me pêywîstî bi dirustkirina hêzê nîne û hêzên ewledarîyên Kerkûkê parêzvanîyê li rewşa aramî û tenahîya parêzgehê dikin.´´
Di maweya pêştir de, partîyên siyasîyên turkmanî daxwaza pêkanîna hêzeke ewlehîya turkmanî kirin ku tenê ji turkmanan pêk bihê da ku li gor gotina wan parêzvanîyê li nawçeyên wan bike ku dibine armancên teqîn, teror û revandinê bi taybetî jî li qezaya Dûzxormato ya li parêzgeha Selahedîn ku maweyek terorîsan ew dever kirine armancên kirdarên terorîstî.
