Gazprom çalakiyên xwe li Herêma Kurdistanê firehtir dike
Di wê civînê de herdu aliyan hevkarî û hevahengiya zêdetir di navbera Herêma Kurdistan û kompaniya Gazprom de teqez kirin. Herwiha behsa çalakî û pêşketinên kompaniya Gazprom li Herêma Kurdistanê di warê lêgerîn û dîtin û pêşxistina zeviyên petrolê de hat kirin.
Di daxuyaniyeke hevbeş de jî herdu aliyan ragihand ku ew bi niyet in hevkariyên navbera xwe firehtir bikin. Ev di demekê de ye ku hikûmeta Iraqê berê fişar li ser kompaniya navborî kiribû, da ku girêbestên xwe ligel Herêma Kurdistanê rawestîne.
Di sala 2012ê de kompaniya Gazprom Oil, ku liqeke kompaniya Gazprom e, du girêbestên hevbeşkirina berheman (PSA) ji bo pêşxistin û lêgerîna li petrolê li Germiyan û Şakel ligel Herêma Kurdistanê îmze kir. Niha testên jeolojîk li wan zeviyan birêve diçin. Piştî xelasbûna lêgerîn û testan, tê çaverêkirin ku berhemanîna petrolê li wan herdu zeviyan heta sala 2015ê destpêbike.
Kompaniya Gazprom Oil li Germiyan xwedî pişka ji sedî 40 e, herwiha kompaniya kanadî Western Zagros jî xwedî heman pişkê ye, hikûmeta Herêma Kurdistanê jî xwedî pişka ji sedî 20 e. Li devera Şakel jî kompaniya Gazprom Oil xwedî pişka ji sedî 80ê ye û pişka ji sedî 20 jî ya hikûmeta Herêma Kurdistanê ye. Tê çaverêkirin ku herdu zeviyên navborî xwedî tibaba 3.6 milyar bermîlên petrola yedek bin.
Di destpêka sala 2013ê de kompaniya Gazprom Oil girêbesteke nû ligel hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo lêgerîn û pêşxistina petrolê li devera Helebçeyê jî îmze kir, ku ji sedî 80yê pişkên wê yên wê şirketê ne. Niha jî lêkolînên zanistî li zeviya Helebçeyê destpêkirine.
Li gor raporeke kovara Forbis, di sala 2013ê de kompaniya Gazprom di warê berhemanîna gaza siruştî de mezintirîn kompanî ye li ser asta cîhanê û herwiha piştî kompaniya petrolê ya Erebistana Siudî, Aramco, duyem kompaniya mezin a cîhanê ye di warê berhemanîna petrolê de.
Rudaw
