• Wednesday, 11 February 2026
logo

YPG 10 çekdarên Artêşa Azad kuştin

YPG 10 çekdarên Artêşa Azad kuştin
Endamên komên çekdar yên girêdayî Artêşa Azad îro danê sibê bi cilên şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) hêrîşî gundên Başerm`ê û Gundê Mezin yên nahiya Şêrawa ya herêma Efrînê kirin û di encama şer û pevçûnên navbera şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) aliyan de 10 çekdar hatin kuştin.

Li gor heman çavkaniyê endamên komên çekdar hêrişî yek ji bazgehên pişkinînê yên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ya li Gundê Mezine kirin, di encamê de 5 çekdar hatine kuştin, her weha 5 çekdarên din ji komên çekdar piştî ku xwe sipartin gundê Başemra hatine kuştin û piştî ku Yekîneyên Parastina Gel ew ji gundê Mezin derxistin.

Hêjayî gotinê ye ku, li derdora gundê Mezin û Başemra hîna şer û pevçûn berdewam in.

Xendan
Top