• Wednesday, 11 February 2026
logo

Serokwezîrê opozisiyona Surîyê dest ji posta xwe berda

Serokwezîrê opozisiyona Surîyê dest ji posta xwe berda
Hevdem li gel zêdebûna gomanan li ser beşdarî nekirina opozisiyona Surîyê di konfransa Jenev-2 de, serokwezîrê opozisiyonê (Hevpeymanîya Niştîmanîya Sûrîyê), dest ji posta xwe berda.

Xesan Hîto serokwezîrê destnîşankirî yê opozisiyonê bo birêvebirina nawçeyên azadkirîyên Surîyeyê, di beyannameyekê de destberdan ji posta xwe ragihand û amadeyîya xwe bo wergirtina berpirsayetîyeke din ragihand.

Xesan Hîto ku 4 heyv pêş niha bo evê postê yanî serokwezîrtîya alîyê opozisiyonê hatibû hilbijartin, duh û tenê 2 rojan piştî hilbijartina Ehmed Cerba weke serokê nû yê hevpeymanîya niştîmanîya Surîyeyê, dest ji karê xwe berda.

Ji alîyekê din ve Ehmed Cerba seorkê nû yê opozosiyonê ragiahndiye, ku opozisiyona Surîyeyê naxwaze beşdarî di konfransa Jenev-2 de bike ku Rusiya û Amerîka hewlê bo didin, heta ewê demê ku parsenga hêz (balansa hêz) li qadê di berjewendîya opozisiyonê de nehê guherandin.
Top