• Wednesday, 11 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandekî Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) kir

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandekî Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) kir
Îro sêşem 09.07.2013 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandekî Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) kir.

Li hevdîtinê de behsa pêvajoya siyasiya Rojavaya Kurdistanê û qeyrana niha ya Sûriye kirin û şanda mîhvan nêrînên xwe yên di derbarê pêwendiya di navbera partiyên Kurdiyên Sûriye û ew girift û kêşeyên li navbera aliyê siyasiyên Rojavayê Kurdistanê da heye bi Serok Barzanî ragihand.

Li beranber de Serok Barzanî pêvajoya niha ya Sûriye wekî derfetekî gelek girîng zanî bo ku gelê Kurd li wê beşa Kurdistanê da mafên xwe yên zeftkirî mîsoger bike. Serok Barzanî tekez jî li wê yekê kir ku li gel hebûna cûdahiya bîr û ramana li navbera aliyê Kurdiyên Sûriye pêwîste hemû aliyek pêkve li ser xalên hevbeş û prensîp û stratejiyekî diyarîkirî rêk bikevin. Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê jî ku ji bo wê yekê destkeftên Kurd li rojava ji kîs neçê pêwîste hemû aliyek hebûna hevdû qebul bikin û eger aliyan bawerî bi prensîpên serekiyan hebê, dikarin li ser naveroka wan jî bigihin peymanek.
Top