• Wednesday, 11 February 2026
logo

Serok Barzanî hatina heyva Remezana pîroz li misilmanên Kurdistan û cîhanê pîroz kir

Serok Barzanî hatina heyva Remezana pîroz li misilmanên Kurdistan û cîhanê pîroz kir
Bi navê xwedayê mezin û dilovan

(Şehr remezan allezî anezil fiye alquran hedîllnas û bînat min alhedî û alfurqan)

- Sadaq allah al azîm-


Bi helkefta hatina heyva Ramazana pîroz ve, germtirîn pîrozbahiyê li hemû misilmanên cîhanê bi giştî û Herêma Kurdistan û Iraqê bi taybetî dikim.

Hêvîdarim hatina vê mehê pir bi bereket û rehmeta ramazanê bibê cihê xêr û xweşiya gelê Kurdistan û hemû gelên Iraqê û çespandina giyana birayetî û pêkve jiyanê li nav hemû pêkhatan û dûrketina ji hizrên tundiyê. Bila meha pîrozê ramazan bikîn derfetek ji bo karkirina aştî û hevdû qebulkirinê ku peyama serekiya ola pîroza îslame.


Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
30 Şaban 1434 Koçî
09/07/2013
Top