• Wednesday, 11 February 2026
logo

Tan: Modêla Erdogan li Tirkiyê ket krîzê

Tan: Modêla Erdogan li Tirkiyê ket krîzê
Parlamenterê BDP'ê yê Amedê Altan Tan ragihand ku, di dema pêş de wê li Tirkiyê di navbera Îslamiyên neo-lîberal difikirin û ekola Erdogan de cihêbûneke cidî çê bibe.

Altan Tan di çavpêkeftinekê digel ajansa ANF de bal kişand ser rewşa tevgerên îslamî û got: “Tevgerên Îslamî yên li Rojhilata Navîn ezmûnên wan ên demokrasiyê nîne. Ev bê ezmûnî li gel Erdogan jî heye. Dibêje, "Min ji sedî 50 yê dengan stend, ez dikarin vê bikim, wê bikim." Na tu nikare bike, ji sedî 1 be jî, mafê wî mirov an wan mirovan hene ku tu nikare dest bidê.”

Derbarê rewşa AKP jî piştî derbeya li Misrê a li dijî Mursî de jî Tan got: “Modêla li Tirkiyê ket krîzê. Receb Tayîb Erdogan entegreyî polîtîkayên neo-lîberal bû û ji xeta projeya Îslama nerm derket. Hîn bêtir bû Îslamiya Tirk, navendiya Îslamî û hîn bêtir netewperestina împaratorî bi ol re tevlîhev kir û ket nava refleksek paşverû.”

Altan Tan bal kişand ser hewlên Teyîb Erdogan li rojhilata navîn û weha pêde çû: “Erdogan got ku; ewê vê weke modêlekê bide rûniştandin û dest deyne ser tevahiya herêmê.Tirkiyê piştgirî da Tarik Haşimî, ji wî re partî ava kir û ew rêvebir. Li Sûriyê ji ser Îhvan û piştre Selefî, bi Qatar û Erebîstana Sûûdî re hevkarî kir û hewl da di dem û rêyeke kurttir de bi ser bikeve. Li Tûnis û Misrê jî heman kar kir.”

Tan derbarê nakokiyên di navbera tevgerên Îslamî li Tirkiyê de got: “Îslamiyên li Tirkiyê niha di nava krîzekê de ne, nîvê wan piştgiriyê didin Erdogan. Lê belê civata Gulen a vê rê şaş dibîne û di wê baweriyê de ye ku wê zerarê bide, li dij derdikeve.”

Parlamenterê BDP'ê, cext li wê yekê jî kir ku, di dema pêş de wê li Tirkiyê di navbera Îslamiyên neo-lîberal difikirin û ekola Erdogan de cihêbûneke cidî çê bibe.

ANF
Top