• Wednesday, 11 February 2026
logo

Tendirustiya Misrê: 51 kuştî û 435 birîndar hene

Tendirustiya Misrê: 51 kuştî û 435 birîndar hene
Serokê desteya tendirustiyê ya Misrê ragihand ku hejmara kuştiyên di rûdana li pêş avahiya zêrevanên komraê gihîşte 51 kesan.

Her weha di daxuyaniya xwe de serokê desteya tendirustiyê ya Misrê Mihemed Sultan ragihand ku hejmara birîndaran jî gihîştiye 435 kesan.

Ji aliyê xwe ve jî artêşa Misrê aşkira kir ku grupek terorîst hewl daye bikeve nava avahiya zêrevanên komarê, lê komeleya Îxwan Mislimîn jî ragihand ku artêşê gule li alîgirên serokê jinavçûyî Mihemed Mursî, dema ku nimêja xwe ya şefeqê dikirin barandiye.
Top