Mesrûr Barzanî bi Konsolosê Sirbiyayê re civiya
Di hevdîtineke de peywendiyên heyî yên di navbera Kurdistan û Sirbiyayê de hatin nîqaşkirin û her du alî tekez li ser vê yekê kirin ku, dibe peywendiyên heyî yên di navbera her du welatan de werin bihêztirkirin û Sirbiya jî Konsolosxaneya xwe ya li Hewlêrê vebike.
Di beşeke din ya vê civîna han de Konsolosê Sirbiyayê behsa hawîrdora Kurdistanê jî kir û got: Kurdistan xwedan hawîrdoreke baş û rewşeke gelek arame û aramiya han jî dibe fakterek bo handana kompaniyên biyanî ku, li Kurdistanê de dest bi hêlbirînê bikin û hevdem hana hikûmeta Sirbiyayê jî dide daku, li Hewlêrê Konsolosxaneya xwe vebike û hana kompaniyên xwe bide daku, li Kurdistanê de dest bi hêlbirînê di warên curbicur de bikin.
Çavkanî di berdewamiya axaftinên xwe de diyar kir ku, rewşa niha ya Kurdistanê nimûneye û dibe deverên din yên Îraqê jî fêde ji rewşa aram ya Kurdistanê werbigirin û ezmûna Kurdistanê jî bo xwe cîhbicîh bikin.
Li hember de jî Mesrûr Barzanî kêfxweşiya xwe a li hember berdewamiya peywendiyên navbera Kurdistan û Sirbiya diyar kir û hêvî xwest ku, peywendiyên han li ser astê siyasî, abûrî û warên din bo xizmet kirina her du gelên Kurd û Sirb û gelên din yên Îraqê werin bihêztirkirin.
Mesrûr Barzanî herweha hêviya vê yekê jî xwest ku, bi hevkariya her du aliyan devera me aramiyeke baştir bibîne û pêşkeftin bo her kes gerentî bike.
Giftûgo kirina serdana heyeteke pspor û berpirsên abûriya Kurdistanê bo Sirbiya û serdana heyeteke hevpêşe ya Sirbiyayê bo Kurdistanê jî mijarên din yên vê civîna han bûn.
