• Wednesday, 11 February 2026
logo

Serok Barzanî: çend rojên dahatî biryar li ser dirêjkirina serokatîya Kurdistanê dihê dan

Serok Barzanî: çend rojên dahatî biryar li ser dirêjkirina serokatîya Kurdistanê dihê dan
serokê herêma Kurdistanê di konfransa rojnamevanîya hevbeş a li gel serokwezîrê Iraqê de ragihand, ku dê çedn rojên dahatî bi fermî helwsêta xwe sebaret bi biryara parlemana Kuridstanê bo dirêjkirina maweya serokatîya herêma Kurdistanê rabigihînin.

Serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ku Duh di çarçoweya geşteka fermî û çaverêkirî de serdana Bexdadê kir, di yekem çalakîya xwe ya li Bexdadê de li gel serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî kom bû. Piştî kombûnê jî Mesûd Barzanî û Nûrî Malikî beşdarî di konfranseke rojnamevanî de kirin.

Di evê konfransa rojnamevanî de serokê herêma Kurdistanê ragihand, ku wan li ser ewê çendê rêkevtin kirine ku dosyayên hilawîstîyên navbera Hewlêr û Bexdadê bi komîteyan bisipêrin bo çareserkirinê. Mesûd Barzanî herwisa got, ku hez û îradeyeka rasteqîne bo çareserkirina arîşeyan heye û ew jî amade ne hevkarîyê li gel serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî bikin.

Barzanî di bareya serdana xwe ya bo Bexdadê de jî got:´´ hatina me bo Bexdadê nameyeke bo derve û navxwe ku em bira ne û li serhevkarî û sazanê mikurîn.´´

Her di evê konfransa rojnamevanî de û di bersiva rojnamevanekê de, di bareya mijara dirêjkirina maweya serokatîya herêma Kurdistanê de serokê herêma Kurdistanê got:´´ di maweya çend rojên kêm de biryara fermî di bareya dirêjkirina maweya serokatîya herêmê radigihînîn.´´

Ji alîyê xwe ve jî Nûrî Malikî serokweîzêr Iraqê di evê konfransa rojnamevanî de ragiahnd: ´´hatina Barzanî bo Bexdadê di berdewamîya serdana me ya bo Kurdistanê de ye, me kombûn encam da û erênî bû û me çend dosyayên girîng gengeşe kirin.´´

Malikî herwiha got:´´ peywendîyên me li gel birayên Kurd bo berjewendîya Iraqê ye û heger berjewendî wisa bixwain, em dê hevpeyman bin. Ewa di navbera me û Kurd de heye ciyawazî di nerînan de ye nek nakokî.´´
Top