• Wednesday, 11 February 2026
logo

Serok Barzanî serdana Bexdadê kir û bi serokwezîr Malikî re kom bû

Serok Barzanî serdana Bexdadê kir û bi serokwezîr Malikî re kom bû
Duh yekşembe Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê gihîjte Bexdadê û li gel serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî kom bû.

Serokê herêma Kurdistanê Duh yekşembe demjimêr 11:05 gihîjte firokexaneya navdewletîya Bexdadê û ji alîyê Nûrî Şawêys cihgirê serokwezîr, Hûşyar Zêbarî wezîrê derve, Seidûn Dilêmî wezîrê bergirî, Babekir Zêbarî fermandarê erkanê artêşa Iraqê ve hate pêşwazîkirin.

Mesûd Barzanî piştî hingê li nawçeya Kesk a Bexdadê ji alîyê Nûrî Malikî serokwezîrê Iraqê ve hate pêşwazîkirin û bi hev re kom bûn.

Piştî kombûnê, Nûrî Malikî û Mesûd Barzanî beşdarê di konfranseke rojnamevanî de kirin.

Piştî kombûna Barzanî û Malikî, biryar wiha ye ku serokê herêma Kurdistanê li gel her yek ji serokê parlemana Iraqê Usame Nucêyfî, serokê encûmena bilinda şoreşa îslamîya Iraqê Emar Hekîm û serkirdeyên tevgera Sedr kom bibe.

Şandeke herêma Kurdistanê di evê serdanê de hevrêtîya serokê herêma Kurdistanê dike ku ji he ryek ji wezîrê navxwe Kerîm Şingalî, Şêx Ceifer Şêx Mistefa wezîrê pêşmerge, Fuad Husên serokê dîwana serokatîya herêma Kurdistanê, sekreterê PDK Fazil Mîranî, wezîrê rewşenbîrî û lawan Kawe Mehmûd, sekreterê partîya sosyalîsta Kurdistanê û nûnerê tevgera îslamîya Kurdistanê pêk hatiye.

Ev serdana Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê bo Bexdadê piştî serdana Nûrî Malikî serokwezîrê Iraqê bo herêma Kurdistanê dihêt, ku roja 9/06/2013 piştî çend sal nakokî û alozîyên navbera Hewlêr û Bexdadê serdana herêma Kurdistanê kir.
Top