• Wednesday, 11 February 2026
logo

Çîçek wê derbarê xebatên destûrê de bi BDPê re rûne

Çîçek wê derbarê xebatên destûrê de bi BDPê re rûne
Serokê Parlamentoya Tirkiyê Cemîl Çîçek wê roja sêşemê bi Hevserokên BDP Selahadîn Demîrtaş û Gultan Kişanak re hevdîtinê pêk bînin.

Cemîl Çîçek piştî ku ji nû ve ji bo Serokatiya Parlamentoya Tirkiyê hat hilbijartin, biryar da ku derbarê xebatên destûra nû ya Tirkiyê de hevdîtinê bi serokên partiyên nava parlamentoyê re pêk bîne.

Li gor çapemeniya Tirkiyê, Çîçek wê hevdîtina xwe ya yekemîn bi Hevserokên BDP re pêk bîne.

Çîçek wê herwiha di heman rojê de, bi Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglû re hevdîtinê bike.

Rudaw
Top