• Wednesday, 11 February 2026
logo

Bi Serokatiya Barzanî îro Şandek Serdana Bexdayê Dike

Bi Serokatiya Barzanî îro Şandek Serdana Bexdayê Dike
Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Îmad Ehmed ragehand ku daxwaz kirine hilbijartin di dema xwe de bên kirin û got: ‘’Niha em li benda bersiva Komisyona Bilind a Hibijartina ne.’’ Herwiha eşkere kir ku sibe şandeke bilind bi serokatiya Barzanî serdana Bexdayê dike û hewil dide pirsgirêkan çareser bike.

Di merasîma danîna temelê avahiya Fermangeha Jîngeha Silêmaniyê de, Cîgirê Serokwezîr axaftinek kir û got: ‘’Me wek hukûmetê daxwaz ji Komisyona Bilind a Hilbijartinan kiriye daku hilbijartina parêzgehan di dema xwe de bê kirin û niha em li benda bersiva wan in.’’

Ehmed eşkere kir ku li roja yekşembî şandeke bilind bi serokatiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, hejmarek wezîr û nûnerên aliyên siyasî serdana Bexdayê dike û ligel berpirsên bilind ên Bexdayê hewil dide pirsgirêkan çareser bike.

Îmad Ehmed wiha axifî: ‘’Ji bo çareserkirina pirsgirêkan 6 komîte hatine pêkanîn û em dê ligel berpirsên bilind ên Bexdayê gotûbêjê bikin û hewil bidin pirsgirêkan çareser bikin.’’

Derbarê çareserkirina kirîza benzînê de jî Ehmed got: ‘’Niha me çend benzînxane bo vê mebestê çêkirine, lê ji ber hejmara otomobîlan gelekî zêdeye heta niha bi tevahî ew pirsgirêk nehatiye çareserkirin.’’
Top