Cerba dibê serokê koalisyona opozisyona Sûriyê
Çavkaniyên nûçeyan belav kirine ku di civîna koalisyona opozisyona Sûriyê ku ev sê rojin li Stenbolê birêve diçe di xola sêyem ya hilbijartinên taybet bo diyarkirina serokê koalisyonê û piştî ragihandina encaman, Ehmed Cerba bi 55 dengan û bi zêdetir bi 3 deng bi ser rikberê Mistefa Sebax biserket.
Li gor nûçeya ajansa Sky Newsê Ehmed Cerba zêdetir li Erebistana Siûdî nêzîke û rikberê wî Sebax jî ji dewleta Qeterê nêzîke. Her weha biryare Cerba cihê Muaz Xetîb yê ku ev demeke dest ji kar vekêşabû bigre.
Ehmed Asî Cerba, ji dayîkbûyê sala 1969 ji navçeya Qamişlo a ser bi parêzgeha Hesekê ji eşîreta Şemmere û ser bi koma Mîşêl Kêlo ku naskiriye bi koma demokratxwazane di nava koalisyona opozisyona Sûriyê de.
Serokê nû yê koalisyonê xwedî bawernameya zanistên ramyarî ye û du salan li gel çend çalakvanên din li zîndanên Beşar Esed bûye. Pismamekî Cerba jî fermandeyê lîwaya Cezîrê yê opozisyonê ye ku derwazeya Ye`rubiyê (Til Koçer) a bi Êraqê re li jêr destê wî deye û bîrên neftê yên Sûriyê jî li jêr kontrola wî dene.
Her di hilbijartinan de ku îro şeme encamên wê hatin ragihandin her yek li Suhêr Atasî û Salêm Mislet û Faruq Teyfur bûne cîgirê Cerba. Her weha Bedir Camus jî bû bi emîndarê giştiyê koalisyonê.
Xendan
