• Wednesday, 11 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê li gel aliyê siyasiyên derveyê Parlemenê civiya

Serokê Herêma Kurdistanê li gel aliyê siyasiyên derveyê Parlemenê civiya
Êvariya Duh şemî 06.07.2013 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel Serok û Nûnerên aliyê siyasiyên derveyê Parlemena Herêma Kurdistanê civiya.

Li vê kombûnê da ku taybet bû bi şêwirîn û raguhertina di derbarê her dû biryarên vê dawiyê ya Parlemena Kurdistanê, Serok Barzanî daxwaz ji beşdarvanên civînê kir ku bîr û rayên xwe yê di derbarê li vî derbarî de bixin rû. Paşê amadevanên civînê têbînî û pêşniyar û nêrînên xwe yê di derbarê meseleya destûr û pêvajoya navxweya Herêma Kurdistanê û her dû biryara Parlemen ya li ser dirêjkirina dema Serokayetî û Parlemenê ji bo Serok Barzanî şîrove kirin.

Behskirina serdana çaverêkirî ya Serok Barzanî bo Bexda ku bi hevrêyiya şandekî hikûmî û siyasiya Herêma Kurdistanê tê encamdan mijareke dinê vê hevdîtinê bû.
Top