17 kes di êrişeke balafirên Amerîkî de mirin
Li gor jêderên herêmî yên fermî ragihandin ku di 2 êrişan de 4 moşek li ser malekê û otombêlekê hatine baran kirin li navçeya Mîraşah li nêzîkî bazarê li bakûrê Wezîrstanê a li ser sînorê Efxanistanê û di encamê de 17 kes hatine kuştin û heya niha nasnameyên wan jî nehatine zanîn.
Hêjayî gotinê eve êrişa duyem piştî hatina Niwaz Şerîf bo ser postê serokwezîriyê û êrişa 15`emîne ya balafirên bê firok yên Amerîkayê li ser Pakîstanê ya îsal 2013`an.
Heya niha jî kesên ku di van êrişan de hatine kuştin hejmara wan gihêştiye 87 kesan û tê gotin ku piraniya wan çekdarbûne.
Xendan
