• Wednesday, 11 February 2026
logo

Sê wezîrên AKPê li ser bûyera Lîcê bi BDPê re civiyan

Sê wezîrên AKPê li ser bûyera Lîcê bi BDPê re civiyan
Li ser bûyerên li navçeya Lîce ya Amedê ku welatiyekî sivîl ji aliyê leşkerên Tirkiyê ve hatibû kuştin, sê wezîrên hikûmeta Tirkiyê ligel BDPê hatin ba hev. BDPê xwest ku ji bo di havînê de bûyerên bi vî awayî çênebin, daxwaz kir ku di navbera AKP û BDPê de komîsyonek bê avakirin. Wê dîsa şandên herdu aliyan bên ba hev.

Wezîrê dadê yê Tirkiyê Sadullah Ergîn, wezîrê navxwe Mûammer Guler û wezîrê parastinê Îsmet Yilmaz ligel wekîlên serokê koma BDPê Perwîn Buldan û Îdrîs Baluken hevdîtinek pêk anîn. BDPê di civînê de diyar kir ku bûyerên rûdidin ji ber kuştina welatiyê li Lîcê çêbûne. BDPyiyan diyar kir ku bêhestyariyek li hemberî dirûstkirina qereqolan heye. BDPê ragihand ku bi girtina parlamentoyê, dibe ku ev alozî zêdetir bibin.

Şanda BDPê ragihand ku hikûmetê hê ti gav ne avêtiye û pêşniyara ‘Bila di navbera AKP û BDPê de derbarê demokratîkbûnê de mekanîzmeyeke ji bo şopandina xebatên yasayî bê dirûstkirin.’ Şanda BDPê destnîşan kir ku ji bo şopandina bûyeran, di nav de endamên Komîsyona Aqilmendan jî heyî daxwaza dirûstkirina ‘Komîsyona Çareseriyê’ kir. BDPê xwest dema aloziyek rûbide, divê ev komîsyon bikeve dewreyê.

Wezîrê dadê Sadullah Ergîn ragihand ku wê van herdu pêşniyaran ji serokwezîr Recep Tayîp Erdogan re ragihînin û di demekî kurt bersivê bidin.

Pêşniyara dirûstkirina komîsyonê piştî serdana heftemîn şanda BDPê ya ji bo Îmraliyê ketibû rojevê. Di vê derbarê de parlamentera BDPê Perwîn Buldan wiha got: “Ocalan ragihand ku divê di navbera AKP û BDPê de mekanîzmeyeke siyasî bê dirûstkirin.”

Rudaw
Top