• Wednesday, 11 February 2026
logo

Wezîrê Derve û Çend Wezîr û Bepirsên Misirê Dest ji Kar Berdan

Wezîrê Derve û Çend Wezîr û Bepirsên Misirê Dest ji Kar Berdan
Di pêngaveke nû de û di demekê de ku rewşa Misirê berev qeyraneke aloztir ve diçe, wezîrê derveyê Misirê û çend wezîrên dinên kabîneya hikûmeta evî welatî dest ji kar berdan.

Li gel zêdebûna nerazîbûnan û xwepêşandanên dijî desthilaya Îxwan Muslimîn û serok komarê îslamgerayê Misirê Muhemed Morsî, îro wezîrê derveyê evî welatî Muhemed Kemal Omer dest ji karê xwe berda.

Xêncî wezîrê derveyê Misirê, her îro Îhab Fehmî peyvdarê serok komar û Ela Elhedîdî peyvdarê hikûmetê jî dest ji kar berdane.

Herwisa ajansa fermîya nûçeyan a Misirê MNA ragihand, ku 5 wezîrên kabîneya serokwezîr Huşam Qendîl serokwezîrê Misirê jî dest ji karê xwe berdane. Li gor evê nûçeyê Wezîrên jînge, peywendî, tûrîzm û karûbarê parlemanî duh nameya dest ji kar berdana xwe radestê Huşam Qendîl serokwezîr kirine.

Ji alîyekê din ve wezîrê karûbarê navxweyê Misirê jî di beyannameyekê de piştgîrîya xwe bo helwêsta artêşê û diyarkirina derfet bo çareserkirina qeyrana niha ragihandiye.

Li gel evan pêşhatan, xwepêşanderên dijî desthilata Morsî û Îxwan Muslimîn li seranserê Misirê li ser xwepêşandanên xwe berdewamin û çaverêya dawî hatina derfeta artêşê ne. Herwisa alîgirên Morsî û alîyên îslamgeryaên Misirê jî dest bi xwepêşandanan kirine.

Piştî alozbûna rewşa Misirê û berdewamîya qeyrana li evî welatî, duh Artêşa Misirê di beyannameyekê de derfeteke 48 demjimêrî da desthilat û opozisiyonê da ku çareserîyekê bo qeyrana niha bibînin û bersiva daxwazên gel bidin, heger na artêş dê bi xwe plana xwe cîbicî bike. Artêşa Misirê ragihandibû, ku artêş nikare di demekê de ku berjewendî û ewlehîya welat bikeve metrisîyê, bêdeng bimîne.

Serok Komarê Misirê Muhemed Morsî jî li hember evê beyannameya artêşê bertek nîşan dabû. Serokatîya Misirê duh şev di beyannameyekê de derfeta ku artêş diyar kiriye, red kir û ragihand, ku artêşê şêwir bi Morsî nekiriye û peyvên cihê gomanê di beyannameya xwe de bi kar anîye. Artêşa Misirê piştî wê di beyannameyekê de ragihand, ku diyarkirina derfetê bi wateya pêkanîna kodetayê nahê.
Top