Erdogan: Em Pabendê Berdewamîya Prosesa Aştîyê Ne
Îro sêşembe, Receb Tayib Erdogan serokwezîrê Turkiyeyê di peyvekê de li berdem parlemanterên AKP li parlemênta evî welatî got:´´hîç tiştek berbest nabe li pêş hewlên me û prosesa aştîyê berdewam dibe.´´ Erdogan herwiha daxwaz ji hemû alîyan kir ku sebr bikin, çimku pirsgirêk taze nînin û pêywîstî bi karê zêdetir û sebra pitir heye.
Bêjedana îro ya serokwezîrê Turkiyeyê di demekê de ye, ku roja înê ya bihorî li ser kuştina xurtekî Kurd li Lice ya Amedê bi destê hêzên polîs, xwepêşandan çê bûn û rûbirûbûn di navbera xwepêşanderên Kurd û hêzên polîsê Turkiyeyê çê bû.
Di evê bareyê de Receb Tayib Erdogan herwisa PKK bi qaçaxçîtîya madeyên hoşber tohmetbar kir û got:´´ çekdarên PKK dixwazin bi mebesta paredar kirina çalakîyên xwe, parêzgarîyê li kontrolkirina qaçaxçîtîya madeyên hoşber bikin.´´ Erdogan ragihandiye, ku pêywîste ji têrwanîneke din ve seyrê bûyera Lice bihê kirin, çimku li gor gotina wî, ewa ku li Lice çê bû xwepêşandanek bo daxwaza beşek ji mafan nebû, belku dirustbûna xwepêşandana Lice li ser madeyên hoşber bû. Erdogan bi tohmetbarkirina PKK di peyva xwe de, bi ti awayî behsa dirustkirina ewan bingeh û qereqolên serbazî nekiriye ku hikûmeta wî ji bo hêzên artê û jandarmarîya evî welatî piştî vekişîna çekdrên PKK li deverên Kurdistanîyên Turkiyeyê çê dike.
Herwisa serokwezîrê Turkiyeyê basa rûbirûbûna hêzên polîs û xelkê xwepêşander jî nekiriye ku di encam de xurtekî Kurd hate kuştin bi dehan kes jî birîndar bûn û çendîn kes jî hatin girtin.
Di xwepêşandanên roja înê û rojên paştir de, xwepêşanderên Kurd daxwaz ji partîya aştî û demokrasî BDP kirin ku bergirî li mafê Kurdan bike û di pênaw mafên gelê Kurd de fişarê li ser hikûmeta Enqereyê dirust bike.
