• Wednesday, 11 February 2026
logo

Birayê Abdullah Ocalan: Tenduristiya birayê min baş nîne

Birayê Abdullah Ocalan: Tenduristiya birayê min baş nîne
Birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û malbatên 2 girtiyên din ji bo hevdîtinê pêk bînin çûn Girava Îmraliyê.

Malbatan piştî hevdîtin pêk anîn vegeriyan. Mehmet Ocalan diyar kir ku di bêvil, dev û lêvên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de şewitandin çêbûbû û Ocalan xwest ku heyetek serbixwe ya doktoran biçe Îmraliyê.

Birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan, xizmên girtiyên bi navê Cumalî Karsu û Hakki Alphan ji bo hevdîtinê çûn Girava Îmraliyê. Malbatan piştî hevdîtin pêk anîn ji Îmraliyê vegeriyan Gemlîkê.

Mehmet Ocalan di vegerê de li Qereqola Cendirmeyan a Gemlikê daxuyaniyek kin da û diyar kir ku ji ber pêvajo pir hesas e dê neaxive û wiha got: " Ez dê sê tiştan bêjim. Yek jê pirsgirêka birayê min a tenduristiyê heye.

Di qirik, dev û bêvla wî de şewat heye. Ji ber vê yekê dixwaze heyetek serbixwe ya doktoran biçe lêkolîn bike. Ji malbata ciwanê Liceyê re sersaxî xwest. Ez bawer dikim hefteya pêş me divê heyeta BDP'ê biçe Îmraliyê. "
Top