Opozîsyon naxwaze sazana nîştimanî bike
Di wan civînan de ku, bi awayekî taybetî hatine sazkirin, Serokatiya Kurdistanê bi awayekî cuda serdana Serokên her sê aliyên opozîsyonê kiriye û li gel wan dest bi giftûgo kirin derbarê wan mijaran de kiriye.
Armanca Serokatiya parlementoya Kurdistanê ji wan civîn û hevdîtinan ev bû ku, pêşiya ev boşatiya destûrî bigire yaku, piştî bi dawî hatina dema erkdariya parlemen û Serokatiya Kurdistanê de derdikeve holê, lê mixabin tevî tevahiya hewldan û tevgerên Serokatiya parlemen û Serokatiya Kurdistanê, aliyên opozîsyon yên Kurdistanê bi ti awayî amadenebûn ku, xwe nêzî giftûgo kirin li ser wan mijaran bike.
Serokatiya parlementoyê di beşeke din ya daxuyaniya han de şekere kiriye ku, meseleya dirêj kirina dema erkdariya parlemen û Serokatiya Kurdistanê bo du salên din derfeteke gelek girînge daku, part û aliyên siyasî bikaribin bi awayekî berfire li ser projeya destûra bingehîn ya Kurdistanê de giftûgo bikin.
Armanca Serokatiya Kurdistanê ji wan lêv û tegeran ew bû daku, meseleya destûr û hilbijartinên Kurdistanê bi rêya sazana nîştimanî û lihevkirinê werin çareserkirin lê mixabin aliyên opozîsyonê bi ti awayî ne amadene ku, dest bi giftûgo bi sazana nîştimanî li ser wan pirsan bike.
