Li Amedê polîs êrişî xwepêşandanê kir
Li bajarê Amedê, îro (30.06.2013) xwepêşandanek ji bo ku fişarê bixin ser hikûmetê da ku gavan bavêje hat sazkirin.
Li gorî agahiyên ku peyamnêrê Rûdawê ji Amedê ragihand, xwepêşandan rastî mudaxeleya hêzên polîs hat û ji ber wê pevçûn deket. Di bûyeran de heta niha 4 kes birîndar bûne ku rewşa birîndarekî giran e.
Hat gotin, polîs bi bombeyên gazî û ava şid êrişî xwepêşanderan kiriye û ji ber wê jî gelek kes reviyane nav avahiya BDPê ya li kolana Turgut Ozal.
Rudaw
