• Wednesday, 11 February 2026
logo

Parlemanê Proje Qanûna Dirêjkirina Serokatîya Kurdistanê û Karê Parlemanê Pesend Kir

Parlemanê Proje Qanûna Dirêjkirina Serokatîya Kurdistanê û Karê Parlemanê Pesend Kir
Kombûna parlemana Kurdistanê ku ba danê piştî nîvor hatibû paşxistin, îro demek berî niha bi beşdarîya fraksiyonên desthilat û opozisiyonê dest pê kir. Di kombûnê de proje qanûna dirêjkirina maweya xûla niha ya serokatîya herêma Kuridtsanê û karê parlemanê hate pesendkirin.


Îro piştî ewê çendê ku di kombûna yekem a danê berî nîvro ya parlemana Kurdistanê de alozî û pevçûn di navbbera çend parlemanterên fraksiyonên desthilat û opozisiyonê de çê bû û kombûn hate paşxistin, kêmek berî niha kombûna duyem a danê piştî nivîro dest pê kir.

Di kombûna danê nîvor de ku hemû fraksiyonên parlemanê tê de beşdar bûn, guftûgo li ser proje qanûna dirêjkirina maweya serokatîya serokê herêma Kurdistanê bo maweya du sal û dirêjkirina karê parlemanê bo maweya 40 rojên din hate kirin û bi piranîya dengan v eji alîyê parlemanê ve hate pesnedkirin.

Bi pesendbûna evê proje qanûnê, maweya serokatîya xûla niha ya serokê herêma Kurdistanê heta 18/09/2015 yanî nêzîkî du salên din hate dirêjkirin û herwisa maweya karê parlemana Kurdistanê jî heta roja 01/11/2013 yanî nêzîkî 40 rojên din dihête dirêjkirin.

Piştî pesendkirina evê proje qanûnê dîsan fraksiyonên opozisiyonê hewl dan alozîyê di kombûnê de dirust bikin.

- See more at: http://peyamner.com/kurdi/PNAnews.aspx?ID=314639#sthash.E2k2sVug.dpuf
Top