• Wednesday, 11 February 2026
logo

Hejmara kuştiyên bûyera Amûdê gihîşt 5an

Hejmara kuştiyên bûyera Amûdê gihîşt 5an
Hejmara kuştiyên bûyera duh şev a bajarê Amûdê yê rojavayê Kurdistanê gihîşt 5 kesan. YPG jî dibêje, wan tenê bersiva “komên çekdar” dane û yên ku hatine kuştin jî endamên komên han bûne. Nûnerê PYDê li Herêma Kurdistanê jî “bêagahiya xwe” li hember bûyerên Amûdê ragihand.

Rojnamevanê bi navê Behzad Hacî Hemo ku xelkê bajarê Amûdê ye, ji Rûdawê re ragihand, duh bi şev (27.06.2013) hêzên asayiş û YPGê yên girêdayî PYDê bi rêka mezgeftan re hatin û çûn li nav bajêr qedexe kirin. Piştî wê biryara han 2 kes bi hêceta ku biryara han binpê kirine ji aliyê hêzên asayişê ve hatin birîndarkirin.

Hat zanîn, termên kuştiyên bûyera duh şev dê îro (28.06.2013) saet 10:00 li bajarê Amûdê bên definkirin.

Berpirsê encumena niştimanî ya kurdî (ENKS) li Amûdê Merwan Îdê jî ji Rûdawê re da zanîn ku hêzên asayişê çavdêriya wî dikin û hêzên YPGê bavê wî û kurekî wî girtine da ku ew xwe radestî wan bike.

Her wiha hat zanîn ku li Amûdê, nivîsîngehên partiya demokrata kurd (El Partî) û partiya azadî ya Kurdistan (PAK) hatine şewitandin û piraniya endamên ENKSê hatine binçavkirin.

Li bajarê Qamişlo jî nivîsîngehên El Partiyê hatine şewitandin.

Ji aliyekî din, li gorî agahiyên ku peyamnêrê me ji jêderên nêzîkî YPGê dane, duh bi şev dema hêzên YPGê ji Dirbêsiyê diçûn Amûdê li nav rê de endamekî wan tê kuştin û wan jî bersiva vê êrişê dane.

Li gorî agahiyan heta niha herî kêm 30 kes birîndar bûne.

Nûnerê PYDê li Hewlêrê Ceifer Hennan jî ji Rûdawê re got: “Haya min ji bûyerên bajarê Amûdê nîne ji ber wê jî nikarim tiştekî bêjim.”

Rudaw
Top