• Wednesday, 11 February 2026
logo

Peyama serxweşiya Serok Barzanî ya ji bo koça dawiya têkoşer û Pêşmergeyê navdarê Kurdistanê Nadir Hewramî

Peyama serxweşiya Serok Barzanî ya ji bo koça dawiya têkoşer û Pêşmergeyê navdarê Kurdistanê Nadir Hewramî
Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Koçkirina bira û dostê min ê kevin kak Nadir Hewramî min gelek xemgîn kir û zehmete bi çend rêzek bikarim pênaseya wî mirovê camêr û aza bikim.

Kak Nadir Hewramî ew Pêşmerge û têkoşer bû ku her çi xesletên başe li wî da civiyabûn, ew mirovekî nîştîmanperwer, dilsoz, dîndar, wefadar, kolneder, merd û netirs bû û li her pile û payeyek da bûbê cihê destê wî diyar bû û ji destdana wî jî ji bo tevgera rizgarîxwaziya gelê me xesaretekî mezine.

Bi vê xemgîniyê ve di destpêkê de serxweşiyê li xwe dikim û hevxemiya xwe ji bo malbata rêzdar û hemû hevalên wî têkoşerê mezin derdebrim û ji xwedayê mezin hêvîdarim sebir û aramiyê bi me hemû aliyek bibexşê û giyanê xwedê jê razî jî bi biheşta fireh şad bike.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
27.06.2013
Top