Li Efxanîstanê 2 hezar û 111 leşkerên Amerîka mirine
Wezareta Parastinê ya Amerîka di daxuyaniyekê de ragihand ku ji sala 2001an û di dema dagirkirina Efxanîstanê de 2 hezar û 111 leşkerên Amerîka jiyana xwe ji dest dane.
Li gor daxuyaniya wezareta parastinê, hezar û 749 leşker di dema êriş û şer de, derdora 360 leşkerên din jî ji ber sedemên cûda li Efxanîstanê mirine. Wezaretê derbarê birîndaran de jî wiha ragihand ku heta niha 18 hezar û 975 leşker birîndar bûne.
Rudaw
