• Wednesday, 11 February 2026
logo

Civata wezîran ya Kurdistanê li Dihukê civiya

Civata wezîran ya Kurdistanê li Dihukê civiya
Duh li bajarê Dihukê bi Serokatiya Serokwezîrê Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî civata wezîran ya Kurdistanê civiya.

Di civîna han de ku, Parêzgarê Dihukê Temer Remezan jî tê de beşdarbû, raportek derbarê daxwaz, xwestek û kêşeyên Şîniyên vê Parêzgehê de hate pêşkêşkirin û ev raporta han ji aliyê civata wezîran ve hate nirxandin û derbarê cîhbicîh kirina hin daxwazên xelk û çareser kirina kêşeyên heyî yên li vê Parêzgehê de çendîn biryarên girîng hatin stendin.

Piştî bi dawî hatina civîna civata wezîran Serokwezîrê Kurdistanê berda bingehîn ya nexweşxaneyeke taybetî bo zarok û dayikan danî û peyvek jî pêşkêş kir û hêvî xwest bi destbikar kirina vê nexweşxaneya han kêşeyên tendirostî yên zarok û dayikên vê parêzgehê werin çareserkirin.

Herwiha biryare Serokwezîrê Kurdistanê serdana devera Amêdiyê jî bike û li wir jî berda bingehîn ya naxweşxaneyeke taybetî deyne.
Top