• Wednesday, 11 February 2026
logo

Rusiya, Kiça Kurdistanî Lêzan Husên di ´´Doza Kurd´´ de Majester Wergirt

Rusiya, Kiça Kurdistanî Lêzan Husên di ´´Doza Kurd´´ de Majester Wergirt
Kiçeke Kurdistanî ya xelkê Hewlêr a paytextê herêma Kurdistanê bi navê Lêzan Hûsên karî piştî dawî anîn bi qonaxa xwandina majesterê, bi serkevtûyî û bi pileya Nayab (Akselent) majestera xwe di buwarê siyaset û peywendîyên navdewletî de ji zanîngeha Federalîya Başûr a li Rusiya werbigre.

Kiça Kurdistanê ya bi navê Lêzan Yûnis Husên ku xelkê bajarê Hewlêr a paytextê herêma Kurdistanê ye di Fakulteya Qanûn û Zanistên Siyasî ya zanîngeha Selahedîn a Hewlêrê de xwandina xwe di beşa siyasetê de tewaw kiriye û bekaloriyos wergirtiye, bo dirêjîdan bi xwandina bilind bo maweya sê salan li bajarê Rostov-On-Don a Rusiya û li zanîngeha Federalîya Başûr dirêjî bi xwandina xwe bo wergirtina majesterê daye.

Di hevpeyvînekê de bi PNA re Lêzan Husên ragihand, ku wê ji bo dirjîdan bi xwandina bilind û bo wergirtina majesterê hêvî hebûye û ji ber ewê yekê jî çûye Rusiya û li wir dirêjî bi xwandina xwe daye. Keça Kurdistanî Lêzan Husên herwisa got, ku wî di zanîngeha Federalîya Başûr a li bajrê Rostov-On-Don ku dikeve herêma federalîya başûr li Rusiya, di fakulteya sosyolojî û zanistên siyasî de û di beşa siyasî de dirêjî bi xwandina xwe daye.

Di bareya nameya majester a xwe de jî Lêzan Husên dibêje:´´roja sêşembe 18 ê evê heyvê nameya majestera min bi navnîşana ´´doza kurd di dîda stratejîya siyasîya Yekîtîya Ewropa de´´ ku min bi serpirestîya Dr. Nikolayiviç Kanavalava û bi zimanê Rusî amade kiribû, ji alîyê tîmeke 7 kesî ji mamostayên zanîngeha Federalîya Başûr a Rusiya ve hate gengeşekirin û bi dilxweşî ve piştî bergirîkirina min ji nameyê û gengeşkirina mamosteyên gengeşekir, nameya majestera min bi pileya nayab hate pejirandin.´´

Lêzan herwisa da xuyakirin, ku wê di majesternameya xwe de basa serhildana pirsgirêka Kurd û têrwanîn û helwêsta Yekîtîya Ewropa beramber evê pirsgirê û doza Kurd bi şêweyeke giştî kiriye.

Lêzan xoşhalîya xwe li hember serkevtina xwe di qonaxeke din a xwandinê de nîşan da û ragihand, ku ew ji asta qebûlkirina nameya majester a xwe gelek razî û dilxweşe.

Lêzan Yûnis Husên ji dayikbûyîya 1987 a bajarê Hewlêrê ye û di fakulteya Qanûn û zanistên Siyasî ya zanîngeha Selahedîn de di beşa siyasetê de xwandina xwe ya bekaloriyos tewaw kiriye.
Top