• Wednesday, 11 February 2026
logo

Li Şêxanê bi dehan donim genimên welatiyan hatin şewtandin

Li Şêxanê bi dehan donim genimên welatiyan hatin şewtandin
li devera Şêxan ya li Başûrê Rojhilatê parêzgeha Dihukê de jiber bûyereke agir pêketinê bi dehan donim dexil û genimên Cotkarên deverê hatin şewtandin.

Piştî destpê kirina bûyerê têmên wemirandina agirê gehêştin cîha bûyerê û karîn agira han kontrol bikin lêbelê beriya wemirandina agirê, zerereke gelek mezin ber dexil û danên Cotarên deverê ketibû.

Heta niha sedema vê bûyera han nehatiye zanîn û aliyên têkeldar di vê derbarê de dest bi lêkolînan kirine.
Top