Wezareta Pêşmerge Serbaz û Efserên Lîwaya 16 a Artêşa Iraqê Weke Pêşmerge Damezrand
Efserekê Kurd ê lîwaya 16 a artêşa Iraqê ku ji ber hokarê ewlehîyê nexwast navê wî bihê aşkirakirin di bêjedanekê de ji PNA re ragihand, ku ´´biryara wezareta pêşmerge bo damezrandina me, duh duşembîyê gihîjte me, hevdem nasnameya pêşmerge jî bo me hatiye amadekirin, belên jî dane me ku mûçeyên du heyvan bidine me, li cihekê din jî em bi cih kirîn ku dikeve nêzîkî bajarokê Kifrî û me ew binkeya kevn bi cih hîşt ku nêzîkî Dûzxormato bû.´´
Pêştir fermandarê hêza pêya (bejayî) ya Iraqê Elî Xîdan ragihandibû, ku encûmena lêkolînê ji şêwaza reftara efserên Kurdên lîwaya 16 vedikule ku peywendî bi wezareta pêşmerge ve kirine û tekez kiribû ku ew karê wan serpêçî ji fermana serbazî ye. Hevdem biryara dadgahîkirina fermandeyê lîwaya 16 Emîd Bextîyar Sidîq jî derkiribû.
Evî jêderê serbazî herwiha ji PNA re ragiahnd, ku ´´ rewşa serbazên Kurd gelek başe û li cihên nû yê ku tê de bi cih bûne, bi şêweyeke baştir hatine rêkxistin. Biryar jî wiha ye ku di xûleke rêkxistî de li bajarê silêmanîyê rahênan bi wan bihê kirin di pênaw rêkxistin û dabeşkirina me bo ser binkeyên ser bi wezareta pêşmerge.´´
Wezareta pêşmergeya hikûmeta herêma Kurdistanê pêştir wezareta bergirîya Iraqê bi birîna mûçeyên 1374 serbaz û efserên Kurd tohmetbar kiribû ku di nava wan de efserên parêzgeha Kerkûkê jî hebûn û ew yek jî ji ber ku fermana wezareta bo veguhastina xwe bo nawçeyên başûrê Iraqê red kiribûn. Wezraeta pêşmerge herwisa hoşdarî jî dabû hikûmeta Iraqê ku ´´heger bihêt û hikûmeta Itaqê bersiva daxwazên lîwaya navhatî nede, ew dê pirsê yekalî bikin û ew yek jî di pênaw parastina nawçeyê ji kirdarên terorîstî.´´
