Nêçîrvan Barzanî: Dibe pergala xwendinê li Kurdistanê de were guhertin
Di destpêka merasima han de ku, hijmareke Mamosteyên zanîngehên Kurdistanê, Konsolos û nunerên welatên biryanî yên li Kurdistanê tê de beşdarbûn, Serokê zanîngeha Selahedînê Dr. Ehmed Dizeyî peyvek pêşkêş kir û ragehand ku, îro rojeke gelek girînge jiber ku, xewina 30 salan ya mamosteyên zanîngeha Selahedînê dibe rastî.
Çavkanî eşkere kir ku, di serdema kabîneya 5an ya hikûmeta Kurdistanê de li ser destê birêz Nêçîrvan Barzanî biryar hate dayîn daku, ev xewina han bibe rastî û îro jî her li ser destê birêz Nêçîrvan Barzanî projeya çê kirina kempa zanîngeha Selahedînê tê cîhbicîhkirin.
Piştî bi dawî hatina peyvên Serokê zanîngeha Selahedînê Berpisê kompaniya cîhbicîhkar a projeya han ya peyvek pêşkêş kir û îmze kirina peymana çê kirina kempa zanîngeha Selahedîn bi peymaneke girîng bo Kurdistan û zanîngeha Selahedînê wsif kir.
Pişt re jî Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî peyvek pêşkêş kir û got: Min bo xwe bi awayekî rasterast li ser vê projeya han rawestiya me û ji nêz ve karûbarên cîhbicîhkirina projeya han teqîb dikim.
Serokwezîrê ew yek jî anî ziman ku, tîma cîhbicîhkar ya projeya han bi Serokatiya wezîrê awedankirinê yê hikûmeta Kurdistanê dikare bi awayekî serkeftî erkên xwe cîhbicîh bike û projeya han cîhbicîh bike.
Nêçîrvan Barzanî di beşeke din ya axaftinên xwe de behsa pergala xwendinê li Kurdistanê de kir û got: Em weke hikûmeta Kurdistanê ji pergala heyî nerazîne û dibe guhertinên gelek girîng di nava vê pergala han de werin kirin û tekez li ser vê yekê kir ku, Kurdistan welateke gelek zengîne û xwedan çavkaniyên bihêz yên xwezayiye û dikare di pêşerojê de gelek tiştên baş û mezin bike lê bo Kurdistanê girîng ewe ku, bibe xwedan pergaleke baş û serdemiyane û xwendin û perwerdehî.
Barzanî axaftinên xwe yên di derbarê xwendinê de wisa domand: Xwendin bo gelê Kurd gelek girînge û di seriya her tişteke din deye û ew guhertinên ku, tên kirin dibe di pergala perwerdehî û xwendinê de destpê bikin û dibe bibin bingeheke sereke bo pergaleke serdemiyane û eger me karî ku, pergala xwendinê her ji qonaxên destpêkê heta zanîngehê baştir û serdemiyanetir kir vê demê em dikarin bijên ku, em xwedan welat û gelekî pêşkeftî û serkeftî ne.
Nav hatî behsa pêşkeftinên heyî yên li hin welatan jî kir û got: Ew welatên ku, karîne guhertinên mezin bikin ji pergala xwendinê destpê kirine bo nimûne Koriya Başûr welatêke ku, ti çavkaniyeke xwezayî ya wan tuneye û di demên derbasbûyî de jî gelek kêşeyên wan hebûne lêbelê bi çê kirina reforman di pergala xwendinê de karîn gelek tiştên mezin bikin û îro abûriya Koriya Başûr û pergala xwendina vê welatî yek ji abûriyên bihêz yên Cîhanê ye.
Barzanî di dawiya axaftinên xwe de jî behsa rêkûpêkî û başiya vê kempa han kir û got: Başî û rêkûpêkiya vê kempa han ne bo vê yekê ye ku, em bijên xwedan kemp û bînayên başin belkû dibe em bibin xwedan sîstemek ku, weke kempa han baş û rêkûpêk be.
