Martin Kubler xatira xwe ji Nêçîrvan Barzanî xwest
Di destpêka hevdîtinê de Kubler armanca serdana xwe rave kir û ragehand ku, armanc ji vê serdana han xatir xwestin ji rayedarên Kurdistanê ye jiber ku, dema erkdariya min li Îraqê de bi dawî hatiye.
Çavkanî di berdewamiya axaftinên xwe de spas û destxweşiyên xwe jî pêşkêşî Serokwezîrê Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî kir û ragehand ku, hikûmet û rayedarên Kurdistanê gelek hevkarî û hemahengî ligel Nunerên Sekreterê NY û ajansên ser bi NY kirine.
Çavkanî eşkere kir ku, piştî destbikar bûna xwe li Îraqê yekemîn serdana xwe bo Helebceyê bû û îro jî beriya dawî hatina dema erkdariya xwe dubare serdana Helebceyê kiriye.
Li hember de jî Nêrçîrvan Barzanî li ser navê xwe û navê hikûmeta Kurdistanê spasiya Martin Kubler kir û rola nav hatî di nava prosesa siyasiya Îraqê de bi roleke girîng wesif kir û hêviya serkeftinê jî ji nav hatî re xwest.
Di beşeke din ya vê hevdîtina han de peywendiyên navbera Hewlêrê û Bexdayê de jî hatin nirxandin û Kubler jî kêfxweşiya xwe a li hember destpê kirina giftûgoyan di navbera her du aliyan de diyar kir û got: Serdana Serokwezîrê Kurdistanê bo Bexda û civînên vî yên bi rayedarên Îraqê re destpêşxeriyeke gelek girîng bûye.
Li hember de jî Serokwezîrê Kurdistanê diyar kir ku, Kurd hertim ligel çareser kirina kêşeyan bi rêya danûstandin û diyalogê de bûye û got: em weke hikûmeta Kurdistanê bo çareser kirina kêşeyên heyî bi rêya diyalogê berdewam dibin.
Derbarê rewşa Penaberên Sûriyayê yên li Kurdistanê de jî Nêçîrvan Barzanî anî ziman ku, heta niha sazî û dezgehên navnetewî û yên ser bi NY ti hevkariyeke wan penaberan nekiriye û got: Tê payîn ku, hijmareke zêde Penaber xwe bispêrin Kurdistanê lewre dibe hikûmeta Îraqê û NY bo hevkarî kirina wan Penaberan roleke girîng bilîzin.
