Li taxa Kurdan a Şamê teqîn
Televizyona hikûmî ya Sûriyê belavkiriye ku teqînekî xwekujî îro yekşeme li taxa Ruknedîn ku piraniya şêniyên wê Kurdin encam daye.
Her weha hin jêderan ji ajansa Skynewsê re ragihandiye ku di encama wê teqînê de 5 kes hatine kuştin û 20 kes jî birîndar bûne.
Li gor ajansê navçeya Ruknedîn ku bi piraniya şêniya wê Kurdin naskiriye di navbera hêzên opozisyona çekdarî û hêzên rêjîma Sûriyê de şer berdewame.
Skynewsê lizarê jêderên xwe diyar kiriye ku di ew herdu teqînên xwekujî ku baregeha hêzên ewlekariyê li qada Bab Misele li Şamê encam dabû hejmarek kes bûne qurbanî.
Xendan
