• Wednesday, 11 February 2026
logo

Bazara Kurdistanê bileztirîn bazara cîhanê ye

Bazara Kurdistanê bileztirîn bazara cîhanê ye
Berpirsê Ajansa Çavdêriya Geşkirina Aborî li Rojhilata Navîn (MEED) Edmund O'Sullivan:
Hewlêr (Rûdaw) - Di rojên 11-12.06.2013ê de Ajansa Çavdêriya Geşkirina Aborî li Rojhilata Navîn (MEED) li Hewlêrê konferanseke taybet bi projeyên aborî li Herêma Kurdistanê lidarxist.

Serokê vê ajansê Edmund O'Sullivan rewşa aborî û sedemên vê konfereansê ji Rûdawê re şîrove kirin.


Rûdaw: Ajansa we konferansek li Hewlêrê lidarxist. Armanca we ji vê konferansê çi bû?

Edmund O'Sullivan: Ajansa me dixwaze derfetên bazirganî û hilberîna li Herêma Kurdistanê bi kompanyayên biyanî bide nasîn. Bi hikûmeta Herêma Kurdistanê re jî hevahengiyeke me ya baş heye ji bo belavkirina zanyariyên girîng derbarê Kurdistanê de û gihandina wan bi me, heta em jî wan bigihînin kompanya û hilberînerên biyanî. Bi nêrîna min niha bazara Kurdistanê ji aliyê geşkirinê ve bileztirîn bazara cîhanê ye. Eger niha tenê Herêma Kurdistanê li ber çav be û bi Îraqê ve nayê girêdan, ew yek eşkere dibe ku rêjeya geşkirinê di asta herî bilind de ye.

Hokarên vê geşkirina bilez çi ne?

Beriya 10 salan budceya Herêma Kurdistanê nêzîkî 100 milyon Dolar bû. Budceya îsal 13 milyar Dolar e. Ti rêveberiya hikûmî li ser zemînê nîne ku di dema 10 salan de cudahiya budceya wê bi vî awayî bilind bûbe. Bi vê re jî Herêma Kurdistanê navçeyeke aram e. Ev jî xaleke erênî ye ji bo handana hilberîna biyanî û geşkirina aboriya Kurdistanê.

Aboriya Kurdistanê bêhtir pişta xwe bi dahata petrol û gazê ve girêdaye. Divê hikûmeta Herêma Kurdistanê çi bike, da ku dahata beşên din jî hebe?

Bi rastî Herêma Kurdistanê bi zîrekî xwestiye ku pêşketinê bide beşên din jî. Yekem car dest bi başkirina sîstema hilberîna elektrîkê kir, da ku kêşeyên elektrîkê nebin. Ji ber ku eger kêşeyên elektrîkê hebin, ti hilberînerê biyanî ne amade ye ku berê xwe bide Herêma Kurdistanê. Herwiha ava Kurdistanê heye, lê kêşe ew bû ku heta niha bi awayekî guncaw nehatiye rêvebirin. Yan jî rîsaykil (paqijkirin û ji bo dîsabikaranînê amadekirin) nebûye. Yan jî baş sûd jê nehatiye wergirtin.

Bi vê re jî hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo geşkirina sê beşan dest bi planekê kir. Ew jî ev in: Çandinî, ku karîna veşartî ya beşê çandiniyê li Kurdistanê gellekî mezin e. Beşê din jî pêşesazî ye, ku ev beş pirr girîng e ji bo pêkanîna derfetên kar. Beşê sêyem jî beşê geştûguzarî û hotêlan e. Ev jî beşeke ku ji bo xelkên Herêma Kurdistanê derfetên kar peyda dike. Wek mînak eger hotêlek li Kurdistanê were vekirin, dibe ku bi sedan derfetên kar peyda bibin.

Bi nêrîna we mafê Kurdistanê heye ku çavkaniyên xwe yên xwezayî bikarbîne, bêyî hevahengiya bi Bexdayê re?
Di nêrîna min de Herêma Kurdistanê zelal kiriye ku bi mafê xwe yê rewa dizane. Destûrê jî rê daye wê ku kontrola her tiştî li nav Herêma Kurdistanê bike. Lewma pirr zehmet e tu vê rewabûnê û yasayê tevî red bikî û vî mafî ji Herêma Kurdistanê bisitînî.

Di dema çend salên borî de Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê pêwendiyeke xurt pêk anîne, bi taybetî di warê pêwendiyên aborî de. Hûn van pêwendiyan çawa dibînin?

Herêma Kurdistanê bi awayekî zîrekî karîbû xwe nêzîkî Tirkiyeyê bike. Welatekî ku mezintirîn kêşeya wî pirsa kurdî bû. Niha Tirkiye bi wê yekê qayil kiriye ku siruşttirîn hevpeyman in li vê navçeyê.

Di nerîna we de ev nêzîkbûn li ser binemaya berjewendiya siyasî bû yan li ser binemaya berjewendiya aborî bû?

Bêguman li ser binemaya siyasî ye. Ji ber ku di 10 salên borî de Tirkiye bi awayekî balkêş gihîştiye vê têgihiştinê ku di berjewendiya wê de ye ku pêwendiyeke wê ya dostaniyê bi Kurdan re hebe.

Lê wiha tê gotin ku hikûmeta Amerîkayê ji nêzîkbûna Kurdistanê û Tirkiyeyê dilteng e, herwiha Amerîka wiha dibîne ku ev nêzîkbûn dibe sedema perçebûna Îraqê. Gelo ev diltengiya Washingtonê di cihê xwe de ye?

Ev dikeve ser Herêma Kurdistanê ku nîşanî Amerîkayê bide ku arezûya wê ya perçekirina Îraqê nîne. Ji ber ku bi zêdebûna pêşketina beşê aborî yê Kurdistanê, xelk bêhtir mijûlî debara jiyana xwe û peydakirina nanê rojane dibin. Ango pirs ne îdeolojî ye ku dema çend salan xelkên vê navçeyê mijûl dike.

Rudaw
Top