Bexdadê Sizayê Sêdaredanê bo 3 Pasevanên Tariq Haşimî Derkir
Di beyannameyekê de dadgeha navendîya tawanan li Bexdadê îro ragihand, ku ´´ji ber beşdarîkirin di kuştina ekterê komêdî Welîd Ceaz sizayê sêdaredanê bo 3 kes ji pasevanên kesê daxwazkirî Tariq Haşimî derçûye.´´
Pêştir encûmena bilinda dadwerî danpêdananên pasevanên Haşimî belav kiribû û die wan danpêdanan de wisa derkevtibû hole ku ewan Welîd Hesen Ceaz dis ala 2006 de kuştine.
