• Wednesday, 11 February 2026
logo

Di navbera PYD û El Partî de şer derket

Di navbera PYD û El Partî de şer derket
Hat zanîn, li gundekî bajarê Kobanê yê rojavayê Kurdistanê di encama şerê navbera PYD û El Partî de 3 endamên El Partiyê hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên ku gihîştin me, li şeva (23.06.2013) li gundê Til Xezalê yê Kobanî li rojavayê Kurdistanê navbera hêzên YPG yên PYDê û endamên El Partiyê de şer derket.

Di şerê han de 3 endamên El Partiyê hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn.

Heta niha sedema şerê navbera her du partiyên kurdî nayê zanîn.

Navên kesên ku di şerê han de hatine kuştin wiha ne: Mehmûd Ehmed Şahîn, Hêwî Mihemed û kurê wî ku navê wî nayê zanîn.

Navên kesên birîndar jî wiha ne: Rênas Şahîn, Azad Kino Etî, Mistefa Kino Etî, Emîn K. Etî
Rudaw
Top