Muslim: Barzanî bi yeksanî nêzîkî hemû partiyên rojava dibe
Hevserokê PYDê Salih Muslim ku niha li Herêma Kurdistanê ye, beşdarî bûltena nûçeyan a televîzyona Rûdawê bû.
Muslim diyar kir ku hinek dixwazin navbera PYD û serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî aloz bikin û wiha got: “Min negotiye bila birêz Barzanî wekhev nêzîkî hemû partiyên rojava bibe ji ber ku birêz serokê Herêma Kurdistanê bi awayekî yeksan nêzîkî hemû partiyan dibe.”
Hevserokê PYDê her wiha ragihand ku ew dixwazin digel partiyên rojavayê Kurdistanê hêzek hevbeş pêk bînin û wiha anî ziman: “Lê em gazî wan dikin nayên. Ji ber ku hinek ji wan ciddî nînin, hinek jê hêza wan tune û hinek jî naxwazin hêzek hevbeş li rojava çêbibe.”
Rudaw
