• Wednesday, 11 February 2026
logo

Hilbijartinên Îranê dest pê kir: Zêdetirî 50 milyon kes dikarin deng bidin

Hilbijartinên Îranê dest pê kir: Zêdetirî 50 milyon kes dikarin deng bidin
Li seranserê Îranê yazdemîn hilbijartinên serokomariyê û hilbijartinên encumenên gund û bajaran dest pê kir. Tê gotin zêdetirî 50 milyon kes dikarin deng bidin.

Li gorî ajansên nûçeyan ên îranî, îro (14.06.2013) saet 08:00 bi dema Îranê proseya dengdanê ji bo hilbijartina serokomarê nû û her wiha endamên encumên bajar û gundên wî welatî dest pê kir.

Li gorî wezîrê navxwe yê Îranê, dengdan dê 10 saetan bidome û saet 18:00 biqede. Li gorî qanûnê wezareta navxwe dikare heyama dengdanê dirêj bike.

Wezîrê navwe Mustefa Mihemed Necar her wiha da zanîn ku di hilbijartinên îro de 60 hezar navendên dengdanê hatine danîn û ji bo wergirtina dengên xelkê jî 130 hezar sindoq hatine belavkirin.

Necar ragihand ku 50 milyon û 283 hezar û 192 kes dikarin beşdarî hilbijartinên îro yên Îranê bibin.

Tê zanîn, 686 kesan navên xwe ji bo namzediya yazdemîn hilbijartinên serokomariyê tomar kiribû lê tenê 8 kes ji wan bo namzediyê hatin hilbijartin. Ji 8 kesan jî herî dawî 2 kesan xwe paşde vekişandin û tenê 6 namzed ji bo serokomariyê man.

Di nav namzedên serokomariya Îranê de, 4 jê ji aliyê muhafezekaran ve tên piştevanîkirin û 2 jê jî ji aliyê reformxwazan ve tên piştgirîkirin.

Rudaw
Top