Serokê Herêma Kurdistanê serxweşiyê li malbata xwedê jê razî Hesen Tovî kir
Malbata rêzdara xwedê jê razî Hesen Tovî
Silavên xwedê li we bin...
Bi mixabinî nûçeya koça dawiya xwedê jêrazî Hesen Tovî Pêşmergeyê şoreşa Eylûl û Gulanê gihîşt min. Hevbeşê xema we me. Bi vê xemgîniyê ve pirse û serxweşiyê li we û kesukarên we dikim û ji xwedayê mezin hêvîdarim xwedê jê razî bi bihûşta xwe ya fireh şad bike û sebirê jî bi we hemû aliyek bibexşê, eve nexweşiya we ya dawî bê..
Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
