• Sunday, 08 February 2026
logo

‘Ji bo parastina Rojava ti kes ji Herêma Kurdistanê neçûne’

‘Ji bo parastina Rojava ti kes ji Herêma Kurdistanê neçûne’
Hinek dezgeh û kanalên ragihandinê îdia kirin ku leşkerên kurd ên ji Sûriyê reviyane û niha li Herêma Kurdistanê, hatine perwerdekirin û derdora 600-650an derbasî Sûriyê bûne. Nûnerê Partiya Yekîtiya Demokrata Kurd li Sûriyê ew îdia red kir û got: “Ev tenê propagandayeke û dixwazin zererê li Herêma Kurdistanê bidin.”

Gelek dezgehên ragihandinê yên Erebî û di nava wan de jî El-Cezîre îdia kir ku leşkerên kurd ên ji bo artêşa Sûriyê cûdabûyîn û çûne Herêma Kurdistanê, piştî ku hinek navçeyên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê hatin rizgarkirin, derbasî rojavayê Kurdistanê bûne. Nûnerê PYDKS yê Herêma Kurdistanê Mehmûd Mihemed (Ebu Sabir) derbarê wê îdiayê de ji Rûdawê re got: “Ti tiştekî wisa nîne. Ev tenê propagandayeke dixwazin zererê li Herêma Kurdistanê bidin. Dixwazin di nava rojavayê Kurdistanê de destlêwerdaneke ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve bikin.”

Ebu Sabir di berdewama axaftinên xwe de wiha got: “Gelek leşkerên ji artêşê cûda bûne, hatine Herêma Kurdistanê. Van kesan nexwestin kesên sivîl bikujin û ji ber wê reviyane Herêma Kurdistanê. Gelek leşker reviyan çûn Urdin, Libnan, Tirkiye û hinek jî hatin Herêma Kurdistanê. Lê ti leşkerek li vir nehatine perwerdekirin. Ev kesane jî derbasî Rojavayê Kurdistanê nebûne. Gelek leşkerên kurd di nava artêşê de hatine kuştin û em wan jî wekî şehîdên azadî û demokrasiyê dibînin.”

Li ser pirsa ger pêwîst bike, wê ew kes biçin Rojavayê Kurdistanê, Ebu Sabir got: “Ew kes xelkê Sûriyê ne û ger welatê me azad bû, emê hemû biçin.”

Nûnerê Partiya Yekîtiya Demokrata Kurd li Sûriyê Mehmûd Mihemed derbarê komîteyên parastinê de jî got: “Komîteyên me yên parastinê hemû jî sivîl in, ji ber ku em dibînin yekrêziya me xortbûna me ye, xortbûna şoreşa me jî bi aştiyê çêdibe.”

Rudaw
Top